VAN
Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, li Wanê namzedên şaredariyan yên BDPê diyar kir.
Demîrtaş, diyar kir ku Parlamenterê Mûşê yê BDPê Sirri Sakik namzedê şaredariya Agiriyê ye. Demîrtaş, Seferî Yilmazê ku di sala 2009an de li Şemdînliyê dikana wî ya pirtûkan hat bombekirin jî wek namzedê şaredariya Şemdînliyê da nasîn.
Demîrtaş ji Diyarbekirê bi rêbejayê hat Wanê û li Hêwana Dawetê ya Dîrenê, cara ewil bi bernamzedên şaredariyan re civiya.
Parlementerê BDPê yê Wanê Nazmî Gur, Parlementera BDPê ya Îdirê Pervîn Bûldan, Parlementerê BDPê yê Hakkariyê Adîl Zozanî, Parlementera BDPê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlementerê BDPê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, rêvebirên partiyê, serokên partiyê û hin partiyî beşdarî civînê bûn.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Piştî civînê Demîrtaş daxuyanî da û der barê îdiayên gendeliyê de jî axivî.
Demîrtaş wiha got: "Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi dewleta parelel ya ku behsa wê dike û jê gazincan dike re hevkarî kir. Piştî hilbijartinên sala 2009an biryara operasyonên siyasî dan. Şaredar, xebatkar, rêvebirên me girtin û bi vî awayî nehiştin ku partiya me bi rêkûpêk bixebite. Digel vê me li ber wan serî netewand. Nêzîkî 10 hezar hevalên me hatin girtin û dozên wan hêj jî dewam dikin. Di mal û meqamên partiyîyên me de bê destûr lêgerîn kirin. Di encamê de tenê pirtûk û belgeyên xizmetê dîtin. Ji malên serokên me qet qutiyên solan yên tije pere û dolar derneketin."
Demîrtaş, piştî axaftinê namzedên bajarên herêmê diyar kir. Demîrtaş, li Wanê Bekir Kaya, li Bedlisê Huseyin Olan, li Hekariyê Dîlek Hatîpoglû, li Îdirê Mûrat Lîkît, li Qersê Yûsûf Yildirim û Guldane Kiliç, li Erdehanê Yavûz Ûsanmaz wek namzed nîşan da.