Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re hat bal hev.
Yilmaz hat avahiya fermî ya Serokwezîriyê û Barzanî li ber derî pêşwaziya wî kir. Pişt re derbasî civînê bûn. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Yilmaz û Barzanî dê li ser mijarên hevkariya leşkerî, têkoşîna bi DÎŞIya rêxistina terorê, perwerde û piştgiriya ji bo pêşmergeyan, arîkariya mirovahiyê û operasyona rizgarkirina Mûsilê biaxivin.
Wezîr Yilmaz danê sibê Kampa Leşkerî ya Diyanayê ya ku serbazên tirk wir pêşmergeyan perwerde dikin, ziyaret kiribû. Yilmaz di axaftina xwe ya vir de wiha axivîbû: "Tirkiye hem dostê Iraqê hem jî dostê Birêvebiriya Kurdistana Iraqê ye. Tirkiye her dem hem arîkariya ku birêvebiriya Iraqê dixwaze, hem jî ya ku Birêvebiriya Herêma Kurdistanê dixwaze, dide. Çiqas bê xwestin dê ewqas vê piştgiriyê bidin. Tirkiye piştgiriya lojîstîk a ku hewcedariya Herêma Kurdistana Iraqê pê heye, jî dide."