ANKARA
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî civîna 7emîn Şûraya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Tirkiyeyê bû û li wir axivî.
Erdogan di civîna ku li Yekîtiya Borse û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) hat lidaxistin de got ku di sala 2013an de Tirkiye ji sedî 4 mezin bûye û di çend mehên ewil ên 2014an de jî sedî 4.3 mezin bûye. Erdogan spasiya endamên TOBBê û rêvebirên wê kir ku piştgirî dane mezinbûn, demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêkan kirine.
- Hilbijartina Serokomariyê
Erdogan wiha axivî: "Heke ez roja yekşemê bi daxwaza gel ve serokomar bêm hilbijartin, di guherîna Tirkiyeyê de, pêşveçûna wê de dê tu guherîn çênebe. Lewra saziyeke bingehîn heye û ev pêvajo dê bi namzedên ku dane nîşandan ve bimeşe."
Erdogan li ser rêxistina paralel sekinî û wiha got:
"Heke dozgerek rabe bê exlaq, bê heya, bêyî exlaqê dewletê li hember Serokwezîr û wezîrekî bêhurmetiyê bike, ev tê wê meneyê ku li vî welatî êdî di darazê de hin şik hene. Daraz bi biryaran ve diaxive, ne saziyeke wezîfedar e ku bersivê bide siyasetvanan. De bifikirin HSYKyê hîn jî der barê dozgerekî ku wezîfeya xwe îxlal kiriye de gavek neavêtiye. Çima? Rêxsitina paralel û ev hiş dikare bi awayekî zelal xwe biparêze. Têkoşîna li hember rêxistina paralel ne têkoşîna min an jî partiya min e. Ev têkoşîna Tirkiyeyê ye. Armanca rêxîstina paralel rasterast Komariya Tirkiyeyê ye, îradeya neteweyî ye."
Erdogan wiha dewam kir:
"Wan axaftinên min ên bi birêz Mehmûd Abbas, ên bi Serokomarê Somaliyê re guhdar kirine. Ew ê van axaftinan çi bikin? Dê ji bo çi bi kar bînin, ji kî re dişînin? Îxaneteke pir mezin li vir heye. Yên ku li hember vê îxanetê hiş dibin re jî bi eşkere dibêjim bila rewşa xwe binêhêrin. Dibêjin 'Tayyîp Erdogan pir hişk e.' Belê, ez li hember van rewşan pir hişk im, heke yên ku ji vê aciz dibin hebin jî bila bibin, ez ê wiha hişk bim."