Emrullah Cesur
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Berî Zîrweya NATOyê ku dê li paytext Enqereyê bê lidarxistin, di guzergeha protokolê da xebatên amadekariyê berdewam in.
Di guzergeha dikeve navbera Kuliyeya Serokomariyê û Balafirgeha Esenbogayê û her wiha Bulwara Turgut Ozal verastkirinên dîtbarî tên kirin.
Li hin cihên Bulwara Turgut Ozalê têkildarî Zîrweya NATOyê, billboardên bi diruşmên "Mifteya Aştiyê", "Mifteya Ewlehiyê" û "Paşeroja Hevbeş di Aştiyê da" hatin daliqandin.
Her wiha billboardên nasandina COP31 Konferansa Veguherîna Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ku dê bi mazûvaniya Tirkiyeyê bê lidarxistin û pergalên ji hêla pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê dahênandî, li hin cihên li ser bulwarê hatin bicihkirin.
Di billboardan da dîmenên berhemên pîşesaziya parastinê ya xwemalî û neteweyî yên wekî TCG Anadolu, Tayfun û HURJET hatin emilandin.