Bestami Bodruk, Aydın Arik
28 Nîsan 2026•Rojanekirin: 28 Nîsan 2026
Malbata Kaya ya şêniya Toklucaya taxa çolterê li 112 Navenda Hawarê geriya û agahî da ku keça wan Yazgul Kaya winda bûye.
Li ser vê yekê ekîbên cendirme, AFAD û îtfaiyeyê bo deverê hatin sewqkirin.
Ji bo dîtina keçikê di qanala avê da û her wiha li nav zeviyan xebata lêgerînê hat destpêkirin.
Ekîb di xebatên xwe da dronê jî bi kar anîn.
Mehmet Kayayê mamê zarokê û welatiyên din ên ku beşdarî xebatên lêgerînê bûn li zeviya 500 mêtro dûrî malê keçika 3 salî dîtin, dema zarok hat dîtin li zeviyê razayî bû.
Yazgul Kayayê teslîmê ekîbên tenduristiyê kirin û piştî ku li ambulansê kontrola tenduristiya wê hat kirin rakirin nexweşxaneyê.
Omer Kayayê mamê zarokê daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku Yazgul Kaya berî nîvro winda bû û wiha axivî: "Dayika wê dema karê malê dike dibîne ku keça wê winda bûye. Dayika wê lê geriyaye lê nedîtiye û li ser vê xeber daye hevserê xwe. Li ser vê me jî xeber da rayedaran."
Mam Mehmet Kaya jî da zanîn ku li zeviyê biraziya xwe dîtin û got ku "Dema me dît razayî bû."