Talha Koca
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
Li Xoresana navçeya Erziromê şivanekî 17 salî winda bû û ji bo dîtina wî xebatên lêgerînê di roja duyemîn da dewam dikin.
Li Mezreya Hîranê ya li ser Taxa Pîraliyê şivan Okan Koçê ku duh heywanên xwe diçêrand, winda bû û ji bo dîtina wî duh xebat dan destpêkirin û xebat dewam dikin.
Ekîbên AFAD ê cendirmeyê li derdora Çemê Erez di nava qamûşan da digerin û bi dûrbîninan jî li herêmê digerin.
Hevalên wî piştî ku lê geriyabûn û Koç nedîtibû, cab dabûn Navenda Bangewaziya Acilê ya 112ê û ekîban li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kiribûn.