İzzet Mazı, Sinan Doruk, Gökhan Çalı
15 Nîsan 2026•Rojanekirin: 15 Nîsan 2026
Wezîr Çîftçî bi Wezîrê Edaletê Akin Gurlek, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn ra li Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepana Tenduristiyê ya Zanîngeha Sutçu Îmamê der barê êrîşa çekdarî ya li Dibistana Navîn a Ayser Çalik da daxuyanî dan.
Çîftçî diyar kir ku ji ber bûyera ku saet dora 13.30î qewimî gelekî xemgîn in û da zanîn ku li dibistanê qismek xwendekaran danê sibê qismekî din danê nîvro perwerde distînin.
Wezîr Çîftçî got ku "Dema belavbûna xwendekarên danê sibê tên xwendekarekî me yê 14 salî yê ku ew bixwe jî danê nîvro tê dibistanê bi çekên ku ji malê aniye dikeve du polan û eletexmînî guleyan dibarîne û li dibistanê qetlîameke mezin dike. Di encama vê bûyerê da 9 wefatên me hene. Ji vana 8 jê xwendekar in, yek jê mamoste ye. Ji bilê wê 13 birîndarên me hene. Ji birîndaran 6 kes di unîteya nexweşiyên giran da ne, rewşa 3 kesan krîtîk e."
Çîftçî got ku Xwedê rehma xwe li xwendekar û mamosteyên ku di vê êrîşa menfûr da jiyana xwe ji dest dan bike û serê xizmên wan sax be û axaftina xwe wiha domand:
"Ez sersaxiyê didim gelê me yê ezîz. Xwedê şifaya xêrê bide birîndarên me yên ku niha li nexweşxaneyê tên dermankirin. Piştî ku xebera êrîşê gihaşt me em bi Birêz Wezîrê Perwerdeya Neteweyî, Wezîrê Tenduristiyêî Wezîrê Edaletê ra demildest hatin cihê bûyerê. Wezîra me ya Malbatê jî niha di rê da ye, ew jî dê bê. Parlamenterên me yên birêz jî li vir in. Me ji destpêka bûyerê va kêlî bi kêlî Birêz Serokomarê me agahdar kir.
Dixwazim ku car din bibêjim, bûyer bûyereke şexsî ye û bi destê xwendekarekî me tenê va hatiye kirin, bûyereke terorê nîne. Dixwazim car din îfade bikim ji ber ku duh li Şanliurfayê îro jî li Kahramanmaraşê bûyereke wiha qewimî em gelekî xemgîn in."
- “Li Kahramanmaraşê 2 roj navber dan perwerdeyê”
Çîftçî bi bîr xist ku ji ber bûyera li Şanliurfayê heta dawiya hefteyê navber dan perwerde-hîndekariya li bajêr û got ku "Em îro jî li Kahramanmaraşê ji ber vê bûyerê 2 roj navber didin perwerdeyê. Ez dîsa sersaxiyê didim hemû gelê me û xizmên kesên wefat kirin."
Çîftçî destnîşan kir ku wezaret peywirên dikevin ser milê wan dikin û midaxeleyên hewce yên der barê qada peywira xwe da kirin û ev gotin:
"Me wek Wezareta Karên Navxweyî der barê bûyerê da 4 sermifetîşên mulkiyeyê, 4 jî sermifetîşên polêsan peywirdar kirin. Wezareta me ya Edaletê 3 wekîlên serdozger, 4 dozgerên komarê peywirdar kirin ku bûyer ji hemû hêlan va bê lêkolînkirin. Wezareta me ya Perwerdeya Neteweyî jî sermifetîş peywirdar kirin. Em ê bi vî awayî ji hemû aliyan va lêkolîna bûyerê bikin."
Çîftçî diyar kir ku dê birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin ziyaret bikin.
Dayik û bavê Îsa Aras Mersinliyê êrîş kir hatin binçavkirin
Li Kahramanmaraşê dayik û bavê Îsa Aras Mersinli yê ku li dibistanekê êrîş li dar xistibû hatin binçavkirin.
Piştî êrîşa li navçeya Onikişubatê Serdozgeriyê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da Ugur Mersinliyê bavê Îsa Aras Mersinli hat binçavkirin. Peyman Pinar Mersinliya dayika Mersinliyê êrîşkar jî paşê hat binçavkirin.