Halis Akyıldız
28 Nîsan 2026•Rojanekirin: 28 Nîsan 2026
Li Sariyerê ji ber ku keştiya konteyneran li bejayê asê ma, di Tengava Stenbolê da trafîqa keştiyan bi awayekî berwext hat rawestandin û keştî hat xilaskirin.
Li gorî agahiya hat wergirtin, keştiya konteyneran a 148 metre dirêj a bi navê "KAPPA" ku ji Rûsyayê ber bi Kocaeliyê kaptanê rêber hilda û dewam kir, di Tengava Stenbolê da li derdora Yenîkoyê di bejayê da asê ma.
Li ser îxbarê polês û ekîbên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Qeraxan hatin sewqkirin.
Ekîban bi 3 romorkorên xilaskirinê, bota texlîsiyeyê û tîma zilamê masî va xebata xilaskirinê da destpêkirin.
Ji ber xebatan di Tengava Stenbolê da trafîqa keştiyan bi awayekî berwext dualî hat rawestandin.
Ekîban bi xebata xwe va keştî kaşî ser avê kirin û xilas kirin. Piştî ku keştî derbasî qada ewle kirin, di Tengavê da trafîqa keştiyan ji saet 07.50î û pê va cardin vebû.