Sabri Yıldırım
06 Gulan 2026•Rojanekirin: 06 Gulan 2026
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê tên bal hev, hewl dan ku dengên xwe bigihînin zarokên xwe.
Dê û bavan bang li ewladên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Ayten Koçhana ji dayikên beşdarê çalakiyê ji rojnamegeran ra diyar kir ku bi salan e ji kurê xwe xeberê nastîne.
Koçhanê bal kişand ku ew hewl dide dengê xwe bigihîne ewladê xwe û wiha dewam kir, "Kurê min tu li ku bî vegere were. Rêya we rê nîne. Werin teslîm bibin. Têlefonekê vekin, em werin we bînin. Werin xwe bispêrin dewletê. Yekşemê roja dayikan e. Em bi hêvî li benda te ne."
Halit Altunê bav jî diyar kir ku ew di her şertî da ji bo ewladên xwe têdikoşin.
Altun bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha dewam kir, "Ew cihê tu lê yî, tu faydeyeke wê ji me ra tuneye. Ev lîstika Amerîka û Îsraîlê ye. Hûn xapandin û birin. Werin vegerin cem dê û bavê xwe. Ev 13-14 sal e em bi vê hesretê dijîn. Em li benda we ne. Werin ji vê firsendê sûdmend bin."