Hüseyin Cem Dağıstanlı
22 Tebax 2026•Rojanekirin: 22 Tebax 2026
Partiya Gelecekê di kongreya xwe ya derasayî ya ku îro hat lidarxistin da biryar da ku dawî li fealiyetên xwe yên siyasî bîne û partiyê fesix bike.
Di daxuyaniya partiyê da hat bibîrxistin ku Partiya Gelecekê di 12ê kanûna 2019an da hat avakirin.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Serokê Giştî Ahmet Davutoglu di 29ê tîrmehê da got ku "dê dawî li fealiyetên siyasî yên partiyê bînin" û ev hatin gotin:
"Di kongreya me ya fesixê ya ku îro hat lidarxistin da di encama dengdayîna ku me bi delegeyên xwe ra kir da bi awayekî fermî biryara dawîlêanîna fealiyetên siyasî yên Partiya Gelecekê û fesixkirina partiyê hilda. Me çawa ku bi samîmiyet, giranî û kelecaneke mezin Partiya Gelecekê ava kiribe em îro jî bi heman samîmiyet, giranî, eqlê hevpar, îradeya hevpar û îzetê digirin. Biryara ku me îro hilda devjêberdanek nîne, îradeya parastina nirxên em jê bawer dikin û bingeha exlaqî ya siyasetê ye."