Zafer Fatih Beyaz
24 Îlon 2026•Rojanekirin: 24 Îlon 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li New Yorkê li pastexaneyeke Tirkan bi welatiyan ra hat cem hev.
Serokomar Erdogan piştî "Çalakiya Avûhewayê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY)" ya ku bi minasebeta Lijneya Giştî ya 81emîn a NYyê li Navenda Giştî ya NYyê hat lidarxistin, derbasî pastexaneyeke li kêleka Turkeviyê bû.
Erdogan li vir bi welatiyan ra sohbet kir, wêne da kişandin û her wiha çay vexwar.
Serokomar Erdogan paşê ji bo domandina hevdîtinên xwe vegeriya Turkeviyê.