Zafer Fatih Beyaz
07 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putîn bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Serokomar Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Putîn bi têlefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku Erdogan û Putîn di axaftinê da têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê û meseleyên herêmî û kurewî gotûbêj kirin.
Li gor agahiyan di axaftinê da Serokomar Erdogan bal kişand ser girîngiya ewlehiya seyrûsefera li Behra Reş û got ku Tirkiye dixwaze feydeyê bide cehda ji bo destpêkirina pêwendiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da.