Orhan Onur Gemici
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya ku beşdarî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn bibe, Tirkiyeyê bi awayekî fermî ziyaret dike û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Enqereyê Trump pêşwazî kir.
Balafira Serokê Amerîkayê Trump di saet 13.50yî da li Balafirgeha Enqereyê danî.
Dema ku Trump ji balafirê peya bû, Serokomar Erdogan ew bi merasima fermî pêşwazî kir û pê ra qasekî sohbet kir.
Serokê Amerîkayê Trump bi Tirkî silav da Qiteya Merasimê ya Alaya Mihafizan û got, "Merheba esker".
Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump paşê derbasî Hêwana Şerefê bûn û wêneya xatireyê dan kişandin.