Haydar Şahin
14 Îlon 2018•Rojanekirin: 15 Îlon 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê îro beşdarî merasima salvegera 100emîn ya rizgarbûna Bakuya paytextê Azerbeycanê bibe.

Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê, îro li Azerbeycanê ji bo salvegera rizgariya Bakuyê û avakirina Artêşa Îslamê ya Qafqasyayê merasim tê lidarxistin û Serok Erdogan jî ji bo beşdarî merasimê bibe wê Azerbeycanê ziyaret bike.
Tê texmînkirin ku di çarçoveya ziyareta îro da li ser têkiliyên stratejîk wê biaxivin û gavên ji bo zêdekirina hevkariyê lazim dikin dê werin nirxandin.