Abdullah Tel,Önder Beyter
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ew rihê ku heyat da komara me û ji Herba Serxwebûnê bi taca serfiraziyê derket hemd be wek 94 sal berê îro jî li ser piyaye. Liberxwedana binavûdeng a ku wek Destana 15ê Tîrmehê di tarîxê da cihê xwe girt jî li seranserê welêt xuyabûna vî rih û îradeyê ye. "
Erkanên dewletê bi serokatiya Serokomar Erdogan va Anitkabîr ziyaret kirin û çelenk danîn ser mozoleya Ataturk.
Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, nûnerên daraza bilind, endamên Lijneya Wezîran, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, nûnerên partiyên siyasî, fermandarên hêzan û erkanên din ên dewletê jî hevaliya Serokomar Erdogan kirin.
Serokomar Erdogan û tevlî kesên pê ra ne ji Rêya Bişêr derbas bûn û hatin ber mozoleya Ataturk. Erdogan çelenga ku li serê hîv û stêrk heye danî ser mozoleya Ataturk û paşê sekna rêzdariyê dest pê kir û Sirûda Neteweyî hat xwendin.
- "Berhema têkoşîneke dijwar û bêhempa ye"
Pişt ra Erdogan û yên bi pê ra derbasî qûleya Ehda Milî bûn. Serokomar Erdogan li vir di Deftera Taybet a Anitkabîrê da wiha nivîsî:
"Ataturkê ezîz, em îro bi heyecaneke mezin 94emîn salvegera komara me ku dewleta me ya dawîn e û ji bo wê gelek bedel dan, îdraq dikin. Ev Komara Tirkiyeyê ku emanetê we ye ji bo me, berhema têkoşîneke dijwar û bêhempa ye û herwiha di her cêrgeyeke wê da qehremanî û fedakarî heye. Ruhê ku taca serfiraziyê da serê Herba me ya Îstiqlalê û herwiha ruhê ku heyat da komara me, hemd ji Xwedê ra îro jî çik li ser piyan e. Berxwedana navdar a ku wekî Destana 15ê Tîrmehê derbasî nava pelên dîrokê bû, nîşaneya vê ruh û îradeyê ye ku li seranserê welat bişkiviye. Em 94emîn salvegera komara me pîroz dikin û di serî da şexsê we yê pîroz û rêhevalên we, em bîranîna hemû xaziyên me birêz bi bîr tînin, ji bo şehîdên me ji Xwedê rehmetê dixwazin. Cejna me ya Komarê pîroz be."
Piştî bidawîbûna merasîmê Anitkabîrê deriyên xwe li ber welatiyan vekir da ku ziyaret bikin.