Abdullah Tel
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ANKARA
Lîsteyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ku ji bo hilbijartina rêvebiriyên herêmî îro hatin daliqandin wê heta 17ê Rêbendanê saet 17.00yan li mixtariyan daliqandî bimînin.
Bernameya LHBê ya ku ji bo hilbijartina rêvebiriyên herêmî ya wê di 31ê Adarê da bê kirin amade kiriye li ser qewlê xwe dimeşe.
Li gor vê hilbijêrên bixwazin navnîşanên xwe biguherînin lazim e serî li midûriyeta nifûsa ku dixwazin îqametgaha xwe bibin wê derê bidin û ewraqên fermî yên cihguhertina xwe jî teslîmî serokatiya lijneya hilbijartinê ya navçeyê bikin.
- Xwendekar wê bikaribin li bajarê lê dimînin rayên xwe bidin
Xwendekarên bixwazin li cihê lê dimînin raya xwe bidin jî divê ewraqekî fermî ya xwendekariya wan tesdîq dike hildin û teslîmî lijneya hilbijartinê ya navçeyê bikin û piştî ku ev hemû karên fermî biçin serî jî xwendekar li cihê lê dixwîne wê bikaribe rayên xwe bide.
Lîsteyên li mixtariyan wê heta 17ê Rêbendanê daliqandî bimînin.