Haydar Şahin
10 Hezîran 2017•Rojanekirin: 10 Hezîran 2017
ANKARA
Di çarçoveya operasyona Tumgeneral Aydogan Aydinê şehîd ya ku hêzên çekdar li Katoya herêma Şirnexê didomîne da do 4 terorîstên ku hat tesbîtkirin ew ê êrîşî yekeyên artêşê bikin hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Alaya Cendirmeyan a 8an ya Bêtşebabê di operasyona Tumgeneral Aydogan Aydinê şehîd ya ku li Çiyayên Încebalê û herêma Katoyê dewam dike da do tesbît kirin ku 4 terorîst xwe amade dikin ku êrîşî yekeyên operasyonê bikin, Fermandariya Hêzên Hewayê operasyon bir ser van terorîstan û berteref kir.
Hejmara terorîstên ku di çarçoveya operasyonê da hatin berterefkirin gihîşte 14an û terorîstek jî teslîm bû.