07 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
ANKARA
Li paytext di xaniyekî mustaqîl da şewit derket. Şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê hat vemirandin. Pîr û kalê di malê da, ji ber dumanê jehrî ketin û di ambûlansê da hatin tedawîkirin.
Li gorî agahiyan di xaniyekî mustaqîl ya li kuçeya 1611emîn a taxa Ekîn a Mamakê ji ber sedemeke ne dîyar şewat derket. Şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê hat vemirandin. Alî O. û Hacer O ya ji ber dumanê jehrî ketin di ambûlansê da tedawî bûn. Ji ber şewatê di xênî da xisareke mezin çêbû. Sedema şewatê tê lêkolînkirin.