07 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
İSTANBUL
Muftiyê Stenbolê Prof. Dr. Hasan Kamîl Yilmaz di çarçoveya xebatên "Hevdîtina Mizgeft Ciwan" da bi 2 hezar ciwan re li Mizgefta Suleymaniyeyê nimêja serê sibê kir.
Yilmaz di çarçoveya projeya ku ji aliyê Serokatiya Karên Diyaneyê hat kirin de bi ciwanan ra hat bal hev û der barê "Hevdîtina Mizgeft û Ciwanan" da agahî da. Yilmaz got ku giringiya azan, al û netewê, di hewla darbeyê ya 15 tirmehê ku ji aliyê FETOyê hatin kirin da, dîtin. Yimaz wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku ciwan bên mizgeftê û tevlî civatê bibin, lewra mizgeft, di bihevrabûnê da ciheke girîng digire. Di vî wextê da ciwanên 15-20 salî bên mizgeftan ji bo bihevrebûnê û welêt gelek girîng e."
Piştî nimêjê li hewşa Mizgeftê şorbe hat belavkirin.