Haydar Şahin
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2018
BURSA
Li Uludaxa ji navendên tûrîzmê yên girîng ên Tirkiyeyê qalindahiya berfê gihîşte 11 santêmî.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Bursayê hatin sitandin, piştî berfa dawîn barî li "herêma otelan" qalindahiya berfê gihîşte 11 santêmî.
Li Uludaxa ku carcaran lê ba û bager radibe germahiya hewayê herî kêm di binê sifirê da 6 herî zêde jî 3 pile hat pîvandin.
Li rêbejaya Bursa-Uludaxê ya ku ekîbên rêbejayê lê xebatên paqijkirin û xoykirinê didomînin ajokar hin caran tengasiyan dikişînin, hin wesayîtên ji rê derketin jî zirar dîtin.
Tê texmînkirin ku berfa li Uludaxê ew ê bi navber dewam bike.