Fatih Gazioğlu
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê wêneyê îsot, fistiq û kelhenekên wekî nirxên bajêr tên zanîn li ser pûlên PTTyê çap kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, şaredariyê bi saya hevkariya PTTyê wêneyê 18 nirxên cuda yên bajêr li ser pûlan çap kir. PTTyê 20 hezar 550 pûl dan çapkirin û teslimî şaredariya bajêr ya mezin kir.
Li ser pûlan wêneyên Gobeklîtepe, Heran, Xelfetî, Balikligol, Geliyê Takoranê yên turîstîk, îsot, fistiq û kelhenekan hene.
Îsmaîl Çîzîkçiyê Midûrê Sereke û Faîk Denîzê Midûrê Bazargerî û Firotinê yê PTTyê pûlên çapkirî teslimî Abdulkadîr Açarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê kirin.
Açar daxuyanî da û got ku ev xebat ji bo turîzma bajêr projeyeke gelekî girîng e û wiha axivî:
"Şanliurfaya me bajarekî xwedî dîrokeke 12 hezar salan e û ciyekî qedîm û taybet e. Me pûlên xwe ji sermidûrê PTTyê teslîm hildan. Xebatên me yên bona nasandina bajêr wê dewam bikin. Ji ber vê xebatê ez spasiya hemû hevalên xwe dikim."