Sevim Hatun
04 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
KAYSERÎ
Di çarçoveya lêpirsîna hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Parelel (FETO/PDY) da Serokê Lijneya BIrêvabirinê yê berê yê Boydak HoldIngê Haci Boydakê ku der barê wî da biryara girtinê hebû hat binçavkirin.
Boydakê ku tê îdiakirin "Endamên rêxistina FETO ye û alîkariya fînansê didê", li Stenbolê li nexweşxaneya ku lê ameliyat bû hat binçavkirin.
Boydak li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kayseriyê ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û birin midûriyeta ewlekariyê.
Di çarçoveya operasyonê da Mustafa Boydakê serokê lijneya birêvabirinê ya holdîngê yê ku digel Halît Bayhan hatibû binçavkirin bi şerta kontrola edlî serbest hatibûn berdan û derketina wan a derveyî welêt hatibû qedexekirin. Ji rêvebirên holdingê Şukru, Îlyas û Bekir Boydak hatibûn girtin.