Abdullah Tel
05 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Adar 2016
CAKARTA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Welatên îslamî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera xwe de hel bikin heta ku îradeyeke hevpar eşkere nekin tevgera wan a hevpar û biryardariya wan belav dibe. Quds meseleya me ya hevpar e."
Kurtulmuş ji bo beşdarî Lûtkeya Derasayî ya 5emîn a Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) ya ku wê di navbera 6-7ê adarê bê kirin de be derbasî Cakartaya paytexta Endonezyayê bû. Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş piştî ku ji balafirê peya bû li balafirgehê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ji bo beşdarî lûtkeya ku li ser bangewaziya Serokwezîrê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas wê kom be bibin hat Endonezyayê û wiha dewam kir: "Li vê civîna ku wê du rojan dewam bike li ser çalakî û îxlalên Quds û deverên din ên ku misilman lê ne tên kirin gotûbêj bên kirin û ev yek wê bê rojeva navneteweyî jî."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş tevgera niştecihên cihû yên ku li derdora Mescida Eqsayê bi cih dibin û sepandina siyasetmedarên cihû û yên ku piştgiriyê didin wan niştecihan rexne kir û wiha got: "Ji bo van hemû tiştan wê civîneke ku du rojan dewam dike bê kirin, di vê civînê de ji dewlet û hikûmetên wan rayedarên payebilin wê vê mijarê bînin rojevê."