Fatih Gazioğlu
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê sarîçxaneyên ku dema Împaratoriya Romaya Rojhilat, Bîzans û Dewleta Osmaniyan de bona pêdiviya avê hatibûn çêkirin, balê dikşînin û ji turîstan eleqeyeke mezin dibînin.
Stenbol bajarekê qedîm û dîrokî ye. Li Stenbolê di dîrokê de gelek sarîçxane hatine avakirin û ji van yên herî navdar sarîçxaneyên Yerebatan, Nuruosmaniye, Bînbîrdîrek û Hîpodromê ne.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Coşkun Yilmaz der barê sarîçxaneyên Stenbolê agahî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr qasî 100 sarîçxane hene.
- Bi qasî milyonek mirovî Sarîçxaneya Yerebatanê ziyaret kir
Yilmaz got ku li Stenbolê kanî demekê kêm bûn û ji bo avê dewletên wê çaxê sarîçxane ava kirine û wiha dewam kir:
"Piraniya van berheman ji dema Roma û Bîzansê mane. Ji van sarîçxaneyan Yerebatan û Bînbîrdîrek sarîçxaneyên sergirtî ne. Sarîçxaneya Stenbolê ya herî mezin Yerebatan e. Sarîçxaneya Yerebatanê bi destê Justînîanusê 1emîn piştî serhildana Nîka di sala 532yan de hatiye çêkirin. Ji bo çêkirinê wê bi qasî 7 hezar karker xebitîne. Sarîçxaneya Yerebatanê ji aliyekî ve jî muze ye. Gelek çalakiyên turîzmê yên neteweyî û navneteweyî li vê derê tên organîzekirin. Di sala 2017an de 500 hezar û 362yê wan biyanî bi tevahî milyonek û 14 hezar 326 turîstî Sarîçxaneya Yerebatanê ziyaret kir. Di nav sarîçxaneyên sergirtî de ya li gor mezinahiyê di rêza duyemîn de ye Sarîçxaneya Bînbîrdîrekê ye. Ew jî bi demê re ziha bûye û ji sedsala 16emîn şûn da wekî atolye hatiye bikaranîn û niha jî di destê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ye û wekî atolye tê bikaranîn."