Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tesîsa modern a avdana zeviyan ava kir û bi ava tesîsan 14 hezar û 800 dekar erd gihîşt avê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî wezifedarkirina Wezareta Karên Navxweyî bi projeyên aborî, civakî û çandî va jiyanê diguherîne û ji hêla din va jî ji bo ber û bereketa çandiniyê zêde be jî xebatan didomîne.
Wan bi projeyên li ser heywandarî û cotkariyê va heyama xwe ya zêrîn dijî, di sala 2017an da ji bo pêşxistina heywandarî, cotkariyê 17 milyon lire pere hat xerckirin.
Mehmet Kaptanogluyê Serokê Daîreya Xizmetên Cotkariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li taxên lazim dikin kanalên avdanê, bendav, kurnên ava heywanan, xebatên sondajê, raxistina xetên boriyan û kanalên pezşoyê amade kirin.
Kaptanoglu diyar kir ku di 7 mehên ewil ên îsal da 3 hezar metre kanalên avdanyê yên sergirtî, 16 hezar û 610 metre jî kanalên servekirî yên avdanê ava kirin û bi wan kanalan 14 hezar û 800 dagar erd tê avdan.
Kaptanoglu diyar kir ku bi temamkirina kanalên avê va hetanî nika 23 rê, 15 pireyên lehiyê, 25 pire, 3 akeduk û hin berhemên hûnerî dan xizmeta welatiyan û wiha pê da çû:
"Hetanî dawiya salê 3 hezar û 150 metre sîstema avdanê ya sergirtî, 71 hezar û 750 metre kana servekirî, 55 rê, 32 pireyên lehiyê, 7 akeduk, 2 hewzên avdanê û 17 pireyan va em ê 24 hezar û 110 dagar erdî bigihînin avê. Bi temamkirna kurnên avdana heywanan û bendên avê va 3 hezar û 250 pez û 750 serî dewam ew ê bigihîjin avê. Xebatên me bênavber dewam dikin."