Nihat Kavşut
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ANKARA
Di doza "Dafika Odeya Kozmîk" da ku li Daîreya Cezayê ya 16emîn ya Dadgeha Bilind hat dîtin mitaleya esasî hat eşkerekirin.
Di doza "Dafîka Odeya Kozmîk" da ku li Dadgeha Bilind tê dîtin ji bona Mustafa Bîlgîliyê dozgerê berê ku di nav bersûcan da ye ji 11 salan heta 24 salan cezayê hepsê hat xwestin.
Di doza "Dafika Odeya Kozmîk" da ji bona Nîhal Uslu û Halîl Îbrahîm Kutukê dadgerên berê ku di nav bersûcan da ne ji 10,5 salan heta 23 salan cezayê hepsê hat xwestin.
Di mitaleya esasî ya doza "Dafika Odeya Kozmîk" da hat diyarkirin di çarçoveya planên rêxistinî da belge û agahiyên divê li gor berjewendiyên dewletê yên derveyî û navxweyî veşartî bimînin dereqanûnî hatine peydakirin.