Ekip
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Hemd ji Xwedê ra heta niha xwîna tu şehîdekî me li erdê nemaye. Em bersiva hewce dike didin terorîstan û em ê bidin. Em ketin şikeftên wan û em ê berdewam bikin. Em bi biryar in koka wan biqelînin û em ê bi îzna Xwedê biqelînin. Lewra heqê tu kesî tuneye hizûr û xîreta vî gelî binpê bike û heqê kesî tuneye vî welatî perçe bike."
Erdogan li Dolmabahçeya Stenbolê di Merasima Teslîmlirina Motorsiklêtan ji bo Teşkîlatên Emniyet û Cenderme de axivî.
Serokomar Erdogan di merasimê de behsa şerê li dijî terorê tê dayîn kir û wiha axivî:
"Hemd ji Xwedê ra heta niha xwîna tu şehîdekî me li erdê nemaye. Em bersiva hewce dike didin terorîstan û em ê bidin. Em ketin şikeftên wan û em ê berdewam bikin. Em bi biryar in koka wan biqelînin û em ê bi îzna Xwedê biqelînin. Lewra heqê tu kesî tuneye hizûr û xîreta vî gelî binpê bike û heqê kesî tuneye vî welatî perçe bike."
Li ser heman mijarê Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
"Em tu carê ji van rê û rêzikên xwe dev bernadin, ev çi ne? Miletek e, alayek e, welatek e, dewletek e. Ev herçar tişt ji bo me heyatî ne, em ê tu carê dev ji van bernedin. Em ne destûrê didin ku miletê me parçe bibe, ne îmkanê didin kesên ku dixebitin pîneyên wek hevtayê alaya me derxin piyaseyê, ne dewleta xwe didin parçekirin ne jî destûrê didin di nav dewletê da dewlet bên avakirin. Em ji bo vê biryardar in û xwedîezm in."
Li ser avakirina kulliyeyeke ewlekariyê li Hasdala Stenbolê Erdogan wiha agahî da:
"Em ê li Hasdalê kuliyeya ewlekariyê ava bikin û bi îzna Xwedê Teşkîlata Ewlekariyê ew ê li vê kuliyeyê karên bi ber û bereket bike û û bigihêje îmkana xizmetên cuda. Bi îzna Xwedê Stenbolê bi projeyeke rind va bibe xwediyê kuliyeyeke baş û mezin ya ku hemû hewcedariyan pêk tîne."
Serokomar Erdogan der barê zirara FETO de jî wiha nirxandin kir:
"Yek ji zirarên herî mezin ya ku FETOyê da welatê me ew e di teşkîlatên polês û cendirmeyan da valahî çêkir. Him ji hêla personelan va û him jî ji hêla fizîkî û bingeha hiqûqê va ji bo çareserkirina kêmasiyan em hewl didin û demildest çareser dikin."
Der heqê tayînkirina notircanên şevê de jî wiha axivî:
"Notirvaniya ku di zarokatiya me û ciwaniya me da hebû tê îhyakirin, ez ji ber vê kêfxweş im. 20 hezar kes ji bo nika ye. Em ê li gor hewcedariyê vê hejmarê zêde bikin û notirvaniyê pêş bixin. Em dixwazin ku gelê me bi şev jî di nav ewlehiyê da be û bi hizûr bijî. Em ji notirvanên xwe hêvî dikin ku bi gelê taxê ra têkiliyeke baş daynin û bibin çav û guhên dewleta me û çavkaniya hizûr û ewlehiyê."