ÎSTANBÛL
Hat ragihandin ku operesyon li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Wanê dest pê kir.
Di çarçoveya operasyona ku navenda wê Wan e, li Qeyseriyê kesek hate binçavkirin.
Li gor agahiyan polêsên ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatin wezîfedarkirin çûn Qeyseriyê û di 2 malan de lêkolîn kirin û kesekî jî binçav kirin.
Hat gotin ku kesê hatiye binçavkirin dê bi balafirê ve bibin Wanê.
Li Şaxa Weqfa Alîkariya Mirovan a Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) a Kîlisê polêsan piştî lêkolînê kesek binçav kiribû.
Ji ÎHHyê daxuyanî
Parêzerê Weqfa ÎHHyê Ugur Yildirim der barê lêkolîna li ser şaxa Kîlisê ya weqfê de wiha axivî:
"Parêzerên me der barê polêsên ku lêkolîn kirine û karên ku hatiye kirin de gilîdar bûn û serî li Serdozgeriya Kîlisê dan. Di heman demê de li Enqereyê jî xebat tên kirin. Li gor agahiya dawîn a ku gihişt destê me, Wezareta Dadê jî der barê van polêsan de li Kîlisê lêpirsîn dan destpêkirin. Der barê vê de jî 2 dozgerên komarê hatine wezîfedarkirin."