26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
GAZÎANTEP
Leşkerê bipeyman Mehmet Unalê ku li Sûriyeyê di Operasyona Mertalê Feratê da birîndar bibû, li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd ket.
Leşkerê bipeyman Unal di 19ê berfanbarê da di Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê li dijî hedefên terorê tê lidarxistin da birîndar bû, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şahînbey ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Gazîentabê ku li dihat dermankirin, şehîd ket.
Cinazeyê şehîd Unal piştî miemeleyên li Dezgeha Tiba Edlî anîn Goristana Mezin.
Cinazeyê şehîd, piştî merasîma li Balafirxaneya Gazîentabê dê bi rêya asîmanî bişînin memleketê wî Yozgatê.