ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag li Maseya Edîtoran ya AAyê destnîşan kir ku ew hemû dizanin ku her çend li derveyî çarçoveyê da be jî HDP rasterast mitefîqê Tifaqa Milet e.
Alîkarê Serokwezîr Bozdag bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der heqê rojevê da daxuyanî dan û bersiv da pirsên edîtoran.
"HDP rasterast mitefîqê Tifaqa Milet e"
Bozdag der heqê Îttifaqa Gel da wiha got, "Ez bi eşkere dibêjim ev ne îttifaqa gel, îttifaqa nefret, kîn û dijminatiyê ye. Em hemû dizanin ku her çend li derveyî çarçoveyê da be jî HDP rasterast mitefîqê Tifaqa Milet e."
"Li herêmê mumkin ku her tişt bibe"
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag der heqê îmkana operasyoneke dijî Qendîlê da jî wiha got, "Li herêmê mumkin e ku her tişt bibe, me berê jî behs kir. Operasyona Qendîlê jî di nava vê da ye."
"Amerîkayiyê ku li we geriya kê ye"
Bozdag qala îdiayên namzedê serokomariyê yê CHPyê Muharrem Înce yên di warê îadeya serkirdeyê FETOyê Gulen da kir û wiha got, "Divê meriv vê pirsê ji Birêz Înce bike. Amerîkayiyê ku li we geriya kê ye, navê wî çi ye, nasnava wî çi ye, ji kîjan bajarî geriya? Ji Pensîlvanyayê an ji Washingtonê, New Yorkê geriya?"
"Tirkiye bibiryar e ku serkirdeyê FETOyê Gulen derxe ber dadgehê"
Alîkarê Serokwezîr Bozdag der heqê îdiayên CHPyê yên di warê taleba îadeya Gulen ji Amerîkayê da jî destnîşan kir ku taleba îadeyê li gorî usûlê hatiye kirin. Bozdag wiha dewam kir, "Îhtimal tune ku di vir da kêmasî derkeve. Hatin, ji 5 saetan zêdetir lêkolîn kirin û li wê derê ewraq yek bi yek dîtin. Me hêvî dikir ku bêjin, 'Wezareta Edaletê kar li gorî usûlê kiriye, bi rêk û pêkî xwestiye, tiştekî kêm tuneye. Di vir da yê ku pêkutiyê dike Amerîka ye'.
Herwiha Tirkiye di mijara îadeya serkirdeyê FETOyê, serterorîst Gulen da bibiryar e û bibiryar e ku bîne Tirkiyeyê û derxe ber dadgehê."
"Pir asayî ye ku fermandarekî artêşê ji bo serfermandarê hêzên çekdar li çepikan bide"
Bozdag ji bo çepikên fermandar Îsmaîl Metîn Temel jî wiha axivî, "Fermandarekî artêşê ji bo serfermandarê hêzên çekdar, serokomar, serokê yekîtiya gel temsîl dike dikare çepikan bide, ma ji vê normaltir tiştekî heye? Îsmaîl Metîn Temel fermandarê qehreman ê eskerên qehreman e ku Tirkiye, Iraq û Sûriye hem li FETOyê hem li PKKyê hem li YPGyê hem li PYDyê hem jî li DEAŞê teng kir û di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da nêzîkî 5 hezar terorîstî berteref kirin."
Dema ku Serokomar tê ew (CHPyî) li Meclisê jî bêrêziyê dikin, rûdinên û ranabin ser piyan. Di kevneşopiya dewleta me da, çanda malbata me da û exlaqê me da dema ku mezinê dewletê tê, serê dewletê tê, em jê hez bikin nekin, rabûna ser piyan, hurmetkirin û rêzdarî heye, lê di van da ew çand tuneye."
Bozdag ji bo aboriya welat jî wiha got, "Ji bo her kesê navxweyî û dereke ku dixwazin Tirkiyê ji aliyê aboriyê va têk bibe bersiva herî mezin ev bersiva ku şîdeta wê 7,4 e ye."
Wezîr Bozdag bal kişand ku AK Partî wê dîsa di parlamentoyê da bi tena serê xwe, nîvî zehfê parlamenteran va derfeta temsîlê bibîne.
"Ev sîstem di heman demê de vîna gel jî sîgorte dike"
Alîkarê Serokwezîr Bozdag ji bo Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê jî wiha axivî, "Ev sîstem ne bi tenê bekaya gel û welêt, qanûna bingehîn, sazî û yekîneyên ewlehiyê, di heman demê de vîna gel jî sîgorte dike.
Armanca namzedên serokomar di tura ewil de hilbijartin nîne. Derdê wan ew e ku 'heke em vî karî bihêlin tura duyem, bên li gel hev em dikarin vê meseleyê çareser bikin' vê hesabê dikin... Derûniya namzedan jî nîşan dide ku ev kar wê di tura ewil de biqede. Partiyên muxalefetê yên ku fêm kirin Serokomarê me wê di tura ewil de bê hilbijartin, dîtin ku nikarin li hember vê rê bigrin, ji ber vê giranî dan li ser parlementoyê."
"Rakirina Rewşa Awarte di rojevê da ye"
Alîkarê Serokwezîr Bozdag qala rakirina Rewşa Awarte jî kir û wiha got, "Piştî hilbijartinê ev mijar wê were rojevê û were nirxandin. Weke ku Serokomarê me got rakirina wê jî di rojevê da ye. Rewşa derasayî ne rewşeke wisa wê heta hetayî dewam bike ye. Dawîanîna vê rewşa berwext di destê hikûmeta me de ye.
Lêbelê dema wezîfeyê ya Komîsyona Rewşa Awarte wê bê dirêjkirin, lewra di rojevê de gelek dosye hene. Di Komîsyona Rewşa Awarte da heta niha ji bo 16 hezar û 600 dosyeyî biryara redê hatiye dayîn, hezar û 10 dosye jî hatine qebûlkirin."
Berdevkê Hikûmetê Bozdag der heqê biryara Awistiryayê ya girtina mizgeftan da jî wiha got, "Pir eşkere ye ku dijmintiya Îslamê dikin, neheqiyekê li misilmanan dikin. Yên ku divê vê neheqiyê bînin ziman û bertek nîşan bidin, bertek nedan nîşan. Ev yek bi eşkere binpêkirina azadiya dîn û wicdanê ye."