20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
MINBIC/ANKARA
Rêxistina terorê YPG/PKK li Sûriyeyê ji bo ku li navçeya Minbicê ku ji hêla erdnîgarî û aboriyê va ciyekî stratejîk e, pergala îşxalê saz bike, serî li gelek rêbazên wekî paqijkirina nijadî û bi darê zorê çekdarkirin, da. Rêxistinê navçe rasterast bi serkirdeyên ku ji Qendîlê hatin va bi rê va bir.
Lêbelê bi rêkftina Tirkiye-Amerîkayê va Minbic dê ji terorê were paqijkirin û xelkê herêmê dê vegere ser warê xwe. Bi vî hawî jî dê derbeyeke mezin li PKKyê bikeve.
Li gorî agahiyên ku AAyê berhev kirin, navçeya Minbicê ku li rojhilatê Helebê dimîne, 35 kîlomêtro dûrî Çemê Feratê, 40 kîlomêtro jî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye.
Minbic ku navçeya herî mezin a Helebê ye, li ser rêyên serekî yên gelek bajarên wekî Dêra Zorê û Reqayê ye.
Li piraniya navçeyê pergala eşîrtiyê li ser piyan e, lêbelê li navendê hejmareke mezin a bajarî û xwenda heye.
Minbic di warê çavkaniyên siruştî da pir dewlenemd e û herwisa lê gelek tesîsên hilberîn û depokirinê hene. Ji ber hindê jî ji Reqayê heya Helebê navenda bazirganiyê ye û ji hêla aboriyê va xwedî girîngiyeke mezin e.
Li herêmê pêwîstiya av û ceyranê hê jî bi çavkaniyên Minbicê tên dabînkirin. Lêbelê li navçeyê fealiyetên pîşesazî û çandiniyê li gorî beriya şerê navxweyî pir kêm bûne.
Beriya serhildana gel ku di 2011an da dest pê kir, nifûsê navenda navçeyê qedera 200 hezarî bû û ligel dewrûberê jî nifûsê navçeyê nêzîkî 500 hezarî bû.
Lêbelê ji ber koçberiya şerê navxweyî tê texmînkirin ku nifûsê navçeyê ji 2017an şûnda derketiye 600 hezarî.
Tê zanîn ku ji sedî 90ê nifûsê navçeyê Ereb e, pey ra jî Kurd, Tirkmen û Çerkes tên.