10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li Lice û Qulpa navçeyên Diyarbekirê di operasyonan da yeke wan 5 odeî bi tevahî 13 sitargeh û şikeftên endamên PKKya rêxistina terorê bi kar dianîn hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li Liceyê di 6ê mijdarê saet 22.00yan da ekîbên herekta taybet a cendirmeyan û gundparêzan operasyon dan destpêkirin û operasyon di 9ê mijdarê saet 23,30yî da hat temamkirin.

Di operasyonê da yeke wan 5 odeyî bi tevahî 7 sitargehên terorîstan hatin îmhekirin, 15 bîdonên jelîkan, 10 teqemenî, 2 mihîmatên doçkayê, 13 kutiyên vala yên biksiyan, 2 panelên tavê, 530 mêtre kabloya ceyranê, 3 kîlo amonyum nîtrat, 10ê wan mezin 13ê wan piçûk tup, kompîtereke destan, 251 taximên cilûbergên terorîstan, 156 fîşengên hewayê û hin amûrên jiyanê hatin girtin.

Di çarçoveya têkoşîna dijî narkoterorîzmê dest dan ser 78 kîlo esrarê.
- Operasyona li Qulpê
Li Qulê jî di operasyonê da 3 şiket û 2 sitargeh hatin îmhekirin.

Di lêgerînê da jî tupeke mezin di nava 2 jelîkanan da veşartî 4 bloxên pîlan, gelek qiyafet û amûrên jiyanê hatin girtin.
Hat ragihandin ku ji bo pêkanîna ewlehî û hizûra welatiyên li herêmê têkoşîna dijî terorê û terorîstan ew ê bi navber dewam bike.