Abdullah Tel
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev germahiya herî kêm a di bin sifirê da li Erziromê 3, li Agiriyê 4, li Qers û Erdexanê jî 7 pile hat pîvandin.
Li gor agahiya ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan tê payîn ku li herêmê hewa sayî û piçek jî bi ewr be û bişev û ber destê sibehê jî cemed û qeşagirtin pêk bê.
Germahiya hewayê ya li herêmê wê li gor asayiyên demsalê be û ji hêla bakur û bakurê rojhilat va jî bayekî nerm bê.
Li herêmê bişev germahiya herî kêm li Erzinganê 1, li Îdirê sifir û li bajarên din di bin sifirê da li Erziromê 3, li Agiriyê 4, li Qers û Erdexanê jî 7 pile hat pîvandin.
Seranserê rojê germahiya herî zêde jî wê li Erzingan û Îdirê 15, li Qers û Agiriyê 11, li Erzirom û Erdexanê jî wê 10 pile be.