29 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2016
KONYA
Li Konyayê 18 leşkerên ku di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da derketin ber dadgehê û hatin berdan, li ser îtiraza dozgeriyê cardin binçav kirin û paşê hatin girtin.
18 leşkerên ku li Fermandariya Baregeha Jetan a 3yemîn a Konyayê wezîfedar in, bi îdiaya ku peywendiya wan bi FETOyê ra heye, sewqî dadgehê kirin.
Dadgeha nobedar bona 18 leşkeran jî biryara tewqûfkirinê da.
Bi vî awayî 47 leşkerên birutbe yên ku hatibûn binçavkirin, hemû hatin girtin.
Bi îdiaya ku peywendiya wan bi FETOyê ra heye di 20ê cotmehê da bona 47 leşkerên ku li Fermandariya Baregeha Jetan a 3yemîn a Konyayê wezîfedar in, biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di operasyona hevdem da 47 leşkerên birutbe ku di navê da albay, yarbay, bînbaşi, yuzbaşi, sertegmen û jêrtegmen hene, hatibûn binçavkirin.