29 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
ANKARA
29ê Cotmehê Cejna Komarê îsal dê bi beşdariyeke qelebalix va were pîrozkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, piştî merasima li Anitkabîrê dê li Kulliyeya Serokomariyê tebrîkên erkanê dewletê qebûl bike.
Adresa 29ê Cotmehê Cejna Komarê şûna Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) dê li TBMM û Meclisa Yekemîn ku hîmên komarê lê hatin avêtin û vîna gel lê tê temsîlkirin, be.
Merasima bihurînê ya 93yemîn salvegera Komarê dê di navbera TBMM û Meclisa Yekemîn da çêbe. Li pêşiya Meclisa Yekemîn dê Yekîneya Mehteranê û alayên 16 Dewletên Tirkan cî bigirin. Li heman qadê konserê were dayîn.
Di merasima meşê da wê 120 leşkerên ku şerên Qibrîs, Kore, Kurtuluş û Çanakkaleyê temsil dikin, 210 kesên ku Yekîtiya Osmanî temsil dikin û xwendekarên biyanî yên di bin banê Serokatiya Civakên Nas û Tirkên Derveyî Welêt tevî alayên dewletên xwe cî bigirin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên 93yemîn ên Komarê da alaya fenerê ku Şaredariya Mezin a Enqereyê organîze dike jî wê xwepêşandinên cihêreng bike.
Xizmên kesên ku di hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî ya 15ê Tîmehê da şehît bûn û kesên xazî jî û xizmên wan di alaya fenerê da cî bigirin.
Ji bo Resepsiyona Cejna Komarê 2 hezar kes dawet kirin
Serokomar Erdoganê ji Cejna Komarê îro êvarê li Kuliyeya Serokomariyê resepsiyonê bide. 2 hezar kesên ku ji siyasetmedar, nûnerên saziyên civaka sivîl, eqrebeyên şehîdan, xazî, hunermend, werzişvan, akademisyen û leşkeran pêk tên dawetî resepsiyonê kirin.
Li deriyê başûr mêvanê bi alayên 16 dewletên tirkan û Yekîtiya Mehteranê ya Wezareta Çand û Hunerê, li deriyê bakur jî mêvanê bi bandoya leşkerî bên pêşwazîkirin.