07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
ANKARA
Di çarçoveya verastkirina der barê tehliyekirina kesên halê wan baş e û ji du salan kêmtir cezayê wan maye heta niha 35 hezar û 972 mehkûm bi şert hatin tehliyekirin.
Kesên hatin tehliyekirin li ser wan wê tewdîra serbestiya kontrolê bê sepandin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda li ser xaleke berwext a bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê da ya bi jimara 671ê va hat erêkirin û li Qanûna Der Heqê Înfaza Tewdîrên Ewlehî û Cezayê hat zêdekirin ku ji bo zû tehliyekirina hin mehkûman derî vedike piştî ket rewacê xebatên tehliyekirinê jî ji 17 tebaxê vir va dewam dikin.
Ji wê rojê heta niha 35 hezar û 972 mehkûm hatin tehliyekirin, ji wan 7 hezar û 450 kes ji girtîgehên girtî û 28 hezar û 522 mehkûm jî ji girtîgehên vekirî hatin tehliyekirin.