06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê ya ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ve tê kirin de 68 hedefên rêxistina terorê DAEŞê di encama bikaranîna 252 obusên bahozê, 80 guleyên roketavê, 31 guleyên tankan hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê de hat gotin ku Operasyona Mertalê Feratê ya ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ve ji bo rêxistinên terorê yên wek DAEŞê û yên din bên berterefkirin, ewlehiya sînor bê parastin û piştgiriya hêzên koalîsyonê bê kirin hatibû destpêkirin, dewam dike.
Operasyona Mertalê Feratê ya ku di 24ê texaba 2016an de dest pê kiribû kete roja xwe ya 44an.
Hat gotin ku taxên li Kabtan, Mazrat El Ala û Ezîziyeyê kontrol hat bidestxistin. Teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin û mayin tên paqijkirin.
Di pevçûnan de 3 muxalif birîndar bûn.
Ji destpêka operasyonê vir ve li 118 taxan kontrol hat bidestxistin.
Heya niha hezar û 943 hedef hatin lêdan û herwiha 7 hezar û 432 obusên bahozê, guleyên roketên pirserî û hewanê, hezar û 583 guleyên tankan ber bi van hedefan hatin agirkirin.
- Hemleya asîmanî
Ji hêla din ji aliyê jetên Hêzên Asîmanî yên Tirkiyê va li ser 8 hedefên Aktarîn û Kabtanê 10 bombe hatin avêtin û herwiha 8 bînayên terorîstên DAEŞê, cihekî kontrolê û wesayîteke doçkabarkirî hatin jinavbirin.
Di hemleya asîmanî ya hêzên hevpeymanê ya dijî başûrê Turkmen Bari ku lê unsûrên rêxistina terorê DAEŞê hatin tespîtkirin da 3 mensûbên DAEŞê hatin kuştin.
Herwiha li deverên ku ji DAEŞê hatin paqijkirin 28 mayîn û hezar û 10 teqemeniyên destçêkirî bi awayekî kontrolkirî hatin jinavbirin.
Ji hêla din hat ragihandin ku li devera operasyonê bona ku zirar negihêje xelkê sivîl, Hêzên Çekdar ên Tirkiyê pir hesas û baldar tevdigere û tevdîrên pêwîst wergirtin.