Haydar Şahin
06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
ANKARA
Heyeta di seroktiya Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci da ji bo salvegera 98an a avakirina Ajansa Anadoluyê Anitkabîr ziyaret kir.
Heyeta ku ji Kazanci û Endamên Lijneya Rêveberiyê, Alîkarên Midûrê Giştî û midûrên weşanê pêk tê ji Rêya Şêran ra meşiya û hat mozoleya Ataturk.

Şenol Kazanci çelenga bi qerenfîlên sor û sipî hatibû çêkirin û li ser "Anadolu Ajansi" hatibû nivîsandin danî mozoleyê û rêz girt.
Heyeta di seroktiya Kazanci da li ber pêlakana derdikeve mozoleyê wêneya xatireyê kişand û paşê derbasî Bircê Mîsaqêmîllî bû.
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci li vê derê Deftera Taybet a Anitkabirê îmze kir û wiha nivîsand:

"Ataturkê serokê mezin, Ajansa Anadoluyê ya ku ji bo dengê Şerê Rizgariyê û gelê Anadoluyê bigihîne dinyayê hatibû avakirin îro 98 salî ye. Ajansa Anadoluyê îro ne bi tenê dengê Anadoluyê, dengê hemû mezlûm û miletan digihîne dinyayê.
Ajansa Anadoluyê li dijî hemû dijminên qesdî yekîtiya erdên me dikin dengê têkoşîna destanî ye û îro li welatê me û dinyayê bi 13 zimanan weşana xwe didomîne. Ji bo vê em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin."