11 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres di mijara têkoşîna dijî terorê de li ser gavên ku divê bên avêtin mutabiq li hev kirin.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin der barê hevdîtina Erdogan û Guterres de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kalin got ku Sekretêrê Giştî yê NYyê Guterres ziyareta xwe ya ewil a dualî ji Tirkiyeyê re kiriye, Erdogan û Guterres di hezîrana 2015an de dema ku ew wek Komîserê Bilind a Penaberan a NYyê bû wan li Midyadê hev dîtin.
Kalin destnîşan kir ku Guterres ji ber mêwandariya Tirkiyeyê ya ji bo penaberan sipasiya Serokomar Erdogan kir û anî ziman ku Tirkiye ji bo NYyê welatekî pir girîng e.
Kalin anî ziman ku Guterres bal kişande hevdîtinên li Astana û Cenewreyê yên ji bo çareserkirina qeyrana li Sûriyeyê û ji Tirkiyeyê re got ku ji ber çareseriyê "em bi hev re bixebitin".
Di hevdîtinê de behsa mijara Qibrîsê û Filistînê hat kirin û ji bo aştî û îstiqrara kurewî li ser gavên ku divê bên avêtin Guterres û Erdogan mutabiq man.
Kalin got ku di hevdîtinê de Erdogan bal kişande ser girîngiya xebatên NYyê yên ji bo aştî û îstiqrara kurewî û di vê çarçoveyê de behsa hewcedariya reformê ya li Konseya Ewlehiyê kir.