Türkan Tosun
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
EZEZ
Bi Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) li Çobanbeya bajaroka Sûriyeyê ya ku li herêma Mertalê Feratê ji bo êtîman fitar hat dayîn.
Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu û heyeta bi wî ra beşdarî fitarê bûn, pêlîstok û alavên kirtasiyeyê dan zarokan.
Zarokan li parka lîstikê bi palyaçoyan ra lîst.
Rayedarên AFADê û Hîva Sor a Tirkiyeyê beriya fitarê li Sorana bajaroka Ezezê jî di kampa El Bîlê de erzak dan penaberên ji Xûtaya Rojhilat.
Gulluoglu got wan bi êtîman ra fitar xwariye, pêlîstok belav kiriye û bi zarokan ra sohbet kiriye.
Gulluoglu anî ziman li herêma Mertalê Feratê kampên ku 20 hezar kes dikarin lê bimînin hatine avakirin û hewl tê dayîn ku pêdiwiyên wan bên temînkirin û wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê ji ber ku şer hê dewam dike, hewcedarî jî dewam dikin. Hê bi sed hezaran însanên ku hewcedariya wan bi tiştan hene benda alîkariyê ne. Wezîfeya me ya li vir dewam dike. Yên ku dixwazin alîkariyê bikin dikarin li ser malpera înternetê ya AFADê alîkarî bikin. An jî bila "FILISTÎN" binîvîsin û bişinin 1866an."