ANKARA / ÎSTANBUL
- AAya ku bi telîmatên Ataturk di salên ewil ên Şerê Rizgariyê da bi mebesta têkoşîna milî ragihîne dinyayê hat avakirin, 98 saliya xwe pîroz dike.
![]()
Ajansa Anadoluyê (AA) ku bi telîmatên Xazî Mustafa Kemal Ataturk di salên ewil ên Şerê Rizgariyê da bi mebesta têkoşîna milî ragihîne dinyayê hat avakirin, 98 saliya xwe pîroz dike.
Midûrên giştî yên AAyê yên berê ku piştgiriyên biqîmet dan saziyê, ji bo 98em salvegera avabûnê qala girîngî û seruvena nûçegihaniya AAyê kirin.
Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê yê berê û Midûrê Giştî yê Çapemenî Weşan û Enformasyonê (BYEGM) Mehmet Akarca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji avakirina Ajansê heta îro di qada nûçegihaniyê da saziyeke referans e û vê taybetiya xwe hê didomîne.
Akarca got, "Di nav nûçegihanan da gotineke berbelav a 'Heke Ajansa Anadoluyê nivîsîbe rast e' heye. Ev rastî û bawerî jixwe dewam dike." û wiha dewam kir:
"Di heman demê da vê gotinê ji aliyê navneteweyî va jî cihê xwe dît. Îro gelek rojname, ajans û têlevîzyonên navneteweyî Ajansa Anadoluyê referans hildidin. Ji ber vê serkeftina saziya me ya xwemalî û neteweyî ji bo me hemûyan serbilindî ye. Em dibînin ku ev roj bi roj xurt dibe. Em dibînin ku derfetên teknîkî xurtir dibin, girseya ku digihêjê mezintir dibe. Em bi van va jî serbilind in."
Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê yê berê Hilmî Bengî jî got ku Ajansa Anadoluyê di nav 98 salan da ji bo danasîna welêt piştgiriyeke mezin da, di mijara karê ajansa nûçeyan da rastî, bêalîtî û bandor raçav kir û serkeftin bi dest xistin.
Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê yê berê Kemal Ozturk jî diyar kir ku ew bi bawer e ku hedefa AAyê ya ketina nav 5 ajansên sereke yên dinyayê, wê pêk were.
Ozturk destnîşan kir ku seruvena berbelavbûna dinyayê ya AAyê bi fikra berbelavbûna li dinyayê, pêşketin û xurtbûna herêmî ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va çêbû û wiha dewam kir: "Vîzyona dewletê çi be vîzyona saziyan jî ew e. Ajansê di Operasyona Efrînê da nûçeyên derew demildest tesbît kirin û wek belge da nîşan ku kampanyaya derew û manîpulasyon tê kirin û li dinyayê belav kir. Min pêvajo şopand û ez pir serbilind bûm. Kadroyên hêja yên AAyê wêneyeke ku li ku derê û kîngê hatiye kişandin dît, bi rastiya wê ra qiyas kir, wergera wê ya Erebî, Îngilizî Fransî kir û servîsê dinyayê kir. Ev kar pir girîng e. Tişta ku em dixwazin bikin û ya ku divê wiha be, ev e."
Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê yê berê Mehmet Guler jî bi bîr xist ku, dema salvegera 75emîn a avakirina AAyê dihat pîrozkirin, wî wek midûrê giştî wezîfe dikir.
-Li Muglayê werzişkaran ji bo salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê li Kendava Gokovayê tûra kano û bêran li dar xist.
Mamosteyên sorfê Ozgur Ceylan, Ramazan Taş, Azîz Atay, Mustafa Gokçe, Emrah Dural û Fuat Dal serê sibê ji qeraxê Akyakayê bi rê ketin û ber bi Kendava Gokovayê ve çûn.

Werzişkaran ji bo xatirê AAyê pankarteke ku li ser "Em salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz dikin" vekir û demekê bi kanoyan ser behrê çûn.
Ji mamosteyan Ramazan Taş daxuyaniyek da û got ku AAyê ji bo turîzma Muglayê û pêşveçûna spora bajêr gelekî alîkariya wan kiriye û wiha axivî, "Em salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz dikin. Ajansa Anadoluyê bi nûçeyên bêteref marqeyeke mezin e. Ji bo ked û alîkariya ku didine herêmê em spasiya wan dikin."
-Li Çîftelera navçeya Eskîşehirê Salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) di bin avê de hat pîrozkirin.
Li gor agahiyan, xozneberên endamên kluba Çiftelersporê li serê çemê Sakaryayê li cihê ku çem dest pê dike, xwe avêtin avê û di binê avê da flamaya AAyê û alaya Tirkiyeyê vekirin.
Mamosteyê klubê Omer Faruk Ozen got ku Çemê Sakaryayê ji navçeya Çîftelerê dest pê dike û heta Behra Reş 824 kîlometre diçe. 
Ozen got ku Ajansa Anadoluyê şibiya çemê Sakaryayê nirxekî Anadoluyê ye û wiha dewam kir: "Ajansa Anadoluyê 98 salî ye. Me jî tevî xebatkarên AAyê xwest roja wan pîroz bikin. Ev der çawa ku serê çemê Sakaryayê tê qebûlkirin, AA jî di nûçeyan de çavkaniya medyayê ye. Salvegera Ajansa Anadoluyê pîroz be."
-Li Îzmirê xwendekarên lîseyê ji bo salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) li bexçeyê dibistanê bi bedenên xwe va "AA Sala 98em" nivîsîn û alaya Tirk vekir.
AA bi telîmatên Xazî Mustafa Kemal Ataturk va di salên ewil ên Şerê Rizgariyê da bi mebesta "Dengê Anadoluyê bigihîne dinyayê" va hat avakirin û salvegera avakina AAyê bi çalakiyên curbecur va tê pîrozkirin.
Li navçeya Konakê di Lîseya Anadoluyê ya Hurriyetê da ji xwendekarên pola 12emîn ra di dersa dîrokê da qala pêvajoya avakirina AAyê hat kirin. Alîkarê Midûr Emîn Erî di dersê da bal kişand ku dîroka AAyê û dîroka Komara Tirkiyeyê wek hev e û bi bîr xist ku sazî 17 roj beriya vebûna Meclisê ava bûye.
Erî diyar kir ku AAyê qanûnên ewil ên ku Meclisê derxistin ragihand û bû şahidê hemû qonaxên têkoşîna milî û Şerê Rizgariyê. Erî destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê dema ku bultenan amade dike, weke ku îro berê jî li gor rêgezên weşanê tevgeriya.
AAyê di pêvajoya Şerê Rizgariyê da ji bo navtêdan û derewên ku wê yekîtiya milî bixistana talûkeyê milet hişyar dikir û biryar û tevger di dema xwe da ji gel ra ragihand, ji bo ku xeberên rast bide gel xebitî, biryarên Meclisê ji gel ra ragihand û bi vî hawî gel û hikûmet ji hev agahdar kir.

Erî diyar kir, ew hedefa Ajansa Anadoluyê ya ku dixwaze têkeve nav 5 ajansên herî xurt ên dinyayê pîroz dike.
Ceyda Durmaza xwendekara pola 12emîn jî ragihand ku AAyê di heyama Şerê Îstiqlalê da mafdariya vê têkoşînê da nîşan û meriv agahdar kirin.
Durmazê diyar kir ku ew bi serbilindî bi 13 zimanan weşana AAyê dişopînin û got ku sazî di propagandayên neyînî yên ku li dijî Tirkiyeyê tên kirin da rastiyê radigihîne û wezîfeyeke girîng hildaye ser xwe.
- "AA Sala 98em" nivîsîn
Piştî dersê xwendekaran avakirina AAyê pîroz kir û li bexçeyê dibistanê bi bedenên xwe va "AA Sala 98em" nivîsîn.
Nêzî 300 xwendekarî nivîs çêkirin û dîmena nivîsê ji asîman va jî hat kişandin.
Xwendekaran paşê alaya Tirk vekir.
-Nûnertiya Komeleya Ajokarên Biskîletê ya Tirkiyeyê ji bo salvegera 98an a avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) tûra "Ji bo AAyê çerxê bizvirîne" li dar xist.
Kêmzêde 100 ajokarên biskîletê li Parka Şevket Dîngîloglu civiyan û pankarta li ser "Ajansa Anadoluyê 98 salî ye" hatibû nivîsandin vekirin.
![]()
Komê paşê hetanî Parka Waldorfê çerxa biskîletê zivirand.
Metîn Ermanê Nûnerê Kirklareliyê yê Komeleyê li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo salvegera 98an a avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) tûra "Ji bo AAyê çerxê bizvirîne" li dar xist.
Erman got ku eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan û diyar kir ku AA bi lez, bêalî û rast e.
Erman bi bîr xist ku 2 sal berê ji bo AAyê çalakiyek li dar xistibûn, Ajansa Anadoluyê ya ku di 6ê nîsana 1920î da ji bo bibe dengê têkoşîna îstiqlalê bi destê Mustafa Kemal Ataturkê pêşengê mezin hat avakirin, ev 98 sal e dengê gelê Tirkiyeyê digîne hemû cîhanê.
-Li Şirnexê pereşûtbazên berpalê xwe ji çiya va berî jêr dan û salvegera damezrandina 98emîn a Ajansa Anadoluyê (AA) pîroz kirin.
Çiyayê Namazê yê ku bi salan wek navenda êrîşên PKKya rêxistina terorê dihat zanîn piştî operasyonên hêzên ewlehiyê bû navenda çalakiyên curbecur.
![]()
Endamên Komeleya Hewagerî û Sporên Siruştê ji bo xatirê salvegera damezrandina 98emîn a Ajansa Anadoluyê bi pankarta li serê logoya AAyê hebû va firîna rapêşiyê kirin.
Serokê komeleyê û pîlotê berpalê Osman Ograk piştî ku amadehiyên xwe temam kir ji ser Çiyayê Namazê tevlî pankarta "Ajansa Anadoluyê 98 salî ye" û Alaya Tirkiyeyê xwe berî valahiyê da.
Nûnerê Bajêr ê Federasyona Sporên Hewayî ya Tirkiyeyê Mehmet Fahrettîn Atak daxuyanî da û diyar kir ku îro ji bo salvegera AAyê firîn kirin.
Atak û Çakan gotin ku ew naxwazin Şirnex bi bûyerên terorê bê zanîn û ji bo ku li bajêr pereşûtbaziya berpalê bê zanîn hewl didin.
Ji bo AAyê jî emrekî dirêj xwestin.
NEVŞEHIR
Li Kapadokya ya ji navendên girîng ên tûrîzmê yek e balonên hewaya germ ji bo Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku 98 saliya damezrandina xwe pîroz dike, ber bi hewayê ketin.
Tûrîstên ku tên herêmê ji bo xweşikiyên siruştî û kevirên cinan ên li herêmê çêtir bibînin li balonên bi hewaya germ va bi hewa dikevin, siwar dibin û ji jor va li herêmê mêze dikin.
Ji bo pîrozkirina 98emîn salvegera damezrandina AAyê pankartên Tirkî û Îngilîzî bi selikên balonên hewaya germ va hatin daliqandin.
Li herêma Goremeyê bi derketina rojê balonên hewaya germ ber bi hewayê va rabûn û bi qasî saetekê li esmanê Kapadokyayê man.
Midûrê Giştî ya Dezgeha Atmosfer Balloonsê Nacî Feralan diyar kir ku AAya di 6ê nîsana sala 1920î da hat avakirin di çarçoveya nêrîna nûçegihaniyeke serdest, bilez û objektîf kar û barên xwe birêva dibe.

- Bi Kela Uçhîsarê va pankarta "Ajansa Anadoluyê 98 salî ye" hat daliqandin
Bi Kela Uçhîsar a ku salê bi hezaran tûrîst ziyaret dikin va jî ji ber 98emîn salvegera damezrandina AAyê pankarata "Ajansa Anadoluyê 98 salî ye" hat daliqandin û heta hefteyekê jî dê li wê derê bin.

ANTALYA
Li Antalyayê du xozneberan bona xatirê Salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) çalakiyeke taybet li dar xist û xwe avêtin binê behrê.
Yaşar Ozvarolê Hîndekarê Fakulteya Avê ya Zanîngeha Akdenîzê û Alper Yildizê lêkolîner cilên xwe yên noqbaziyê li xwe kirin û ketin behrê. Xozneberan di bin avê da pankarteke ku li ser 'Em Salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz dikin' nivîsî vekirin.
Ozvarol daxuyaniyek da û got ku wan ji ber Salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê ev çalakî li dar xistiye û wiha axivî: "Me di binê behrê de pankartek vekir. Em Salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin."
Dekanê Fakulteyê Prof. Dr. Mehmet Cengîz Deval jî Salvegera avakirina Ajansa Anadoluyê pîroz kir.

news_share_descriptionsubscription_contact


