İbrahim Atmaca
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ÎZMIR
Li Îzmirê xwendekarên lîseyê ji bo salvegera 98emîn a avakirina Ajansa Anadoluyê (AA) li bexçeyê dibistanê bi bedenên xwe va "AA Sala 98em" nivîsîn û alaya Tirk vekir.
AA bi telîmatên Xazî Mustafa Kemal Ataturk va di salên ewil ên Şerê Rizgariyê da bi mebesta "Dengê Anadoluyê bigihîne dinyayê" va hat avakirin û salvegera avakina AAyê bi çalakiyên curbecur va tê pîrozkirin.
Li navçeya Konakê di Lîseya Anadoluyê ya Hurriyetê da ji xwendekarên pola 12emîn ra di dersa dîrokê da qala pêvajoya avakirina AAyê hat kirin. Alîkarê Midûr Emîn Erî di dersê da bal kişand ku dîroka AAyê û dîroka Komara Tirkiyeyê wek hev e û bi bîr xist ku sazî 17 roj beriya vebûna Meclisê ava bûye.
Erî diyar kir ku AAyê qanûnên ewil ên ku Meclisê derxistin ragihand û bû şahidê hemû qonaxên têkoşîna milî û Şerê Rizgariyê. Erî destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê dema ku bultenan amade dike, weke ku îro berê jî li gor rêgezên weşanê tevgeriya.
AAyê di pêvajoya Şerê Rizgariyê da ji bo navtêdan û derewên ku wê yekîtiya milî bixistana talûkeyê milet hişyar dikir û biryar û tevger di dema xwe da ji gel ra ragihand, ji bo ku xeberên rast bide gel xebitî, biryarên Meclisê ji gel ra ragihand û bi vî hawî gel û hikûmet ji hev agahdar kir.
Erî diyar kir, ew hedefa Ajansa Anadoluyê ya ku dixwaze têkeve nav 5 ajansên herî xurt ên dinyayê pîroz dike.
Ceyda Durmaza xwendekara pola 12emîn jî ragihand ku AAyê di heyama Şerê Îstiqlalê da mafdariya vê têkoşînê da nîşan û meriv agahdar kirin.
Durmazê diyar kir ku ew bi serbilindî bi 13 zimanan weşana AAyê dişopînin û got ku sazî di propagandayên neyînî yên ku li dijî Tirkiyeyê tên kirin da rastiyê radigihîne û wezîfeyeke girîng hildaye ser xwe.
- "AA Sala 98em" nivîsîn
Piştî dersê xwendekaran avakirina AAyê pîroz kir û li bexçeyê dibistanê bi bedenên xwe va "AA Sala 98em" nivîsîn.
Nêzî 300 xwendekarî nivîs çêkirin û dîmena nivîsê ji asîman va jî hat kişandin.
Xwendekaran paşê alaya Tirk vekir.