İbrahim Atmaca
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
ANKARA
Bi Biryarnameya Serokomariyê va biryara li ser avakirina Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Biryar bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va hat weşandin û bi biryarê va usûl û asasên avakirin, wezîfe û rayeyên Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê hatin kifşkirin.
Ajans wê xwedî budçeyeke taybet be û li gor polîtîkayên ku Serokomar kifş dike "Bernameya Fezayê ya Neteweyî" wê were amadekirin.
Lijneya Rêvebirinê ya Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê wê ji 7 endaman pêk were. Lijneya Rêvebirinê wê der heqê Ajansê da biryaran bide û Serokê Ajansê wê wek serokê Lijneya Rêvevbiriyê jî wezîfe bike.
Bi Biryarnameya Serokomariyê va Midûriya Giştî ya Teknolojiyên Hewagerî û Fezayê ku di bin banê Wezareta Gîhandin û Binesaziyê da bû hat girtin.
-Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê ji bona pêşvabirina pîşesaziyê wê bingeh ava bike û li fezayê jî berjewendiyên me yên neteweyî biparêze."
Biryara Serokomariyê ya ji bona avakirina Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank der barê mijarê da daxuyanî da û destnîşan kir bi avakirina Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê ku wê stratejî û polîtîkayên teknolojiyên fezayê eşkere bike xewna 20 salî bû rastî.
Varank diyar kir Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê ji bona pêşvabirina pîşesaziyê wê bingeh ava bike û li fezayê jî berjewendiyên Tirkiyeyê yên neteweyî biparêze.