03 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji çareserkirina zirara ku endamên PKKya rêxistina terorê bûn sedem û çareserkirina pirsgirêkên welatiyan xebat dewam dikin.
Li navçeyê piştî ku qedexeya ji bo ewlehî û hizûrê di 13ê Adarê hat îlankirin û piştî operasyonan di 20ê Nîsanê da qediya. Li navçeyê ji bo pêwîstiyên welatiyan alîkariya pere, xurek û sotemeniyê dewam dike.
- Alîkariya xurekê dan 16 hezar û 400 malbatî
Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Yuksekovayê 6 milyon û 841 hezar lire da 3 hezar malbatên ku malên wan xisar dîtine, 962 hezar û 600 lire alîkariya neqdî da 5 hezar û 372 malbatî, 14 hezar ton komir da 14 hezar malbatî û 3 milyon û 116 hezar lire alîkariya xurekê da 16 hezar û 400 malbatî.
Midûriyeta Bajêr a Malbat û Polîtîkayên Civakî û Navenda Xizmetên Civakî ya Yuksekovayê malbatên mexdûrên terorê ne ziyaret kirin piştgiriya psîkolojîk dan 49 hezar û 330 kesî û 2 milyon û 442 hezar û 566 lire alîkariya neqdî dan.
- "Rewş çêtir bû"
Qaymeqamê Yuksekovayê Îbrahîm Çenet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku alîkariya li navçeyê ji malbatên mexdûrên terorê ne ra tê kirin didome û wiha pê da çû: "Malbat dibe, ciwan dibe, jin dibe, xwendekar dibe em li hemû welatiyên xwe yên mexdûrên terorê ne xwedî derdikevin. Heya ji destê me tê em alîkariyê didin. Li gor xebat û tespîtên ekîbên tax bi tax digerin em tevdigerin. Niha li vê derê aramî heye û rewş çêtir e."