DIYARBAKIR
Xelkê Diyarbekirê ji peywirdarkirina ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ku wezîfe bi biryarnameya di hukmê qanûnê (BHQ) da hat dayîn, hêvîdar e.
Qaymeqam Cumalî Atîlla piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî bi BHQyê li Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê hat wezîfedarkirin û dest bi kar kir, ji bo xizmetê hêviya gelê ku li bajêr dijî zêde kir.
Bi behaneya ku Şaredara Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Gultan Kişanak û Endamê Meclisa DBPê Firat Anli hatin girtin, rêvebiriya şaredariyê wek bertek heta ku walîtiyê hişyarî da, zibil berhev nekir û li bajêr 8 rojan xizmeta çûyîn û hatinê nehat kirin. Piştî ku Qaymeqam Atîlla dest bi wezîfeyê kir, mexdûrbûna welatiyan jî bi dawî bû û welatî bi kelecanî benda xizmeta ku heq dikin, sekinîne.
Welatiyên Diyarbekirê xizmetên ku li bendê ne û hêviyên wan ên ji Qaymeqam Atîlla ji nûçegihanê AAyê ra gotin.
- "Qaymeqamê ku hat wezîfedarkirin dê bona bajêr bi xêr be"
Welatî Musa Buyukalp diyar kir ku daxwaza wan a herî mezin, çareserkirina pirsgirêkên Diyarbekirê ye.
Buyukalp bal kişand ku bendewariya wan a ji şaredariyê xizmet e û wiha xeberda, "A herî bi xêr ev bû, ji ber ku şaredariyên berê şol nedikirin. Zibil, paqijî, xizmeta rê nedihatin kirin. Gelo nedixwestin bikin, ez nizanim. Ji şaredariyê fêm nedikirin."
Buyukalp diyar kir ku ji ber nebûna xizmeta şaredariyê, Diyarbekir paş da ma û wiha pê da çû, "Diyarbekir bûye mîna gundan. Em li Rihayê mêze dikin, gund bû, lê niha bûye bajêr. Diyarbekir jî bajêr bû, lê vêga bûye gund."
Buyukalp da bibîrxistin ku şaredarî ev çend hefte ne ku xizmeta pevguhastinê nake û ji ber hindê xelk mexdûr dibe.
Buyukalp wiha axivî:
"Me wekî milet ray daye wan û ew anîne wê meqamê. Lêbelê ji me ra xizmetê nakin, milet mexdûr dibû. Em li benda xizmetê ne. Qaymeqamê ku hat wezîfedarkirin dê bona bajêr bixêr be. Em li hêviya xizmetê ne."
- Me heta niha ji şaredariyan tu xizmetek nedît"
Emrah Dalkiliç diyar kir ku wan heta niha xizmeteke rêveberiya berê ya şaredariyê nedîtin û ji ber vê jî li çolter û navenda bajêr rastî gelek zehmetiyan hatin û wiha pê da çû: "Em dixwazin ku şaredarî li gor daxwazên gel û hewcadiriyan xizmetê bikin. Me heta niha ji şaredariyan tu xizmetek nedît. Em şaredariya ku partîgiriyê dike û îdeolojîk tevdigere naxwazin. Em ji qeymeqamê hat wezîfedarkirin xizmetê dixwazin. Diyarbekir ji qedr û qiymeta ku heq dike dûr e. Em hêvî dikin ku rêveberiya nû daxwazên me yên ji şaredariyê bibe serî û hel bike."
- "Em ji şaredarên nû xizmetên xweş hêvî dikin"
Xwendekarê zanîngehê Huseyîn Kurt jî destnîşan kir ku şaredarî bi tenê di demên hilbijartinê da xizmetê dikin û ew derfetên mewcud ji bo xizmetê nayên kirin.
Kurt got ku wan heta niha xizmeteke baş ji şaredariyê nedît û wiha pê da çû: "Li bajêr derdor nayê çêkirin. Li Sûrê ji roja ku wezîfedarkirin hatiye kirin heta niha paqijiyê dest pê kiriye. Şaredarî ji bo xizmeta gel hene. Li Diyarbekirê gelê me ji ber geremoliyê ji şaredariyan gilîdare. Em ji serokên xwe yên nû xizmetên çêtir hêvî dikin. Bila hejmara otobusan bê zêdekirin û di çûn û hatinê da kêmasî çênebe."
Sîbel Kiliçê diyar kir ku gelek kêfxweş in ku li şaredariyê guherandin hatiye kirin.
Kiliçê diyar kir ku ji şaredariyê çêkirina hawirdorê dixwazin û got ku hawirdorê bajêr qirêj e.
Kiliçê destnîşan kir ku Diyarbekireke cuda dixwazin û wiha got: "Diyarbekir berê paqij nebû, lê niha paqij e."
- "Em ji qaymeqamê hat wezîfedarkirin ra serkeftinê dixwazin"
Ozal Yonturk diyar kir ku divê berê li şaredariyê guherandin bihata kirin.
Yonturk destnîşan kir ku ji ber xizmet sekinînin Diyarbekir di nav 4-5 rojan da bû sergo.
Yontuk diyar kir ku karê şaredariyê tenê çêkirina parkan nîne û got ku divê şaredarî li gor daxwaza gel tevbigere.
Yonturk diyar kir ku bila ji bo ciwanan tesîsên sporê bên çêkirin û wiha got: "Em dixwazin tramvay were çêkirin û binesazî baş be. Em ji qaymeqamê hat wezîfedarkirin ra serkeftinê dixwazin."
- "Em dest bidin hev Diyarbekirê bikin dereke xweş"
Alî Saît Ozkalê esnaf got dixwazin ku Diyarbekir bibe bajarekê pak û paqij. Ozkal got dibê rêyên bajêr bên serastkirin û wiha axivî:
"Çima Diyarbekir wek Stenbolê nebe? Esnafên me herî zêde hizûrê dixwazin. Em naxwazin êdî bi terorê bên zanîn, em dixwazin ku bi dîrika xwe bên zanîn. Piştgiriyê bidin Şaredarê xwe û Diyarbekirê bikin bajarekî xweş. Em ji Şaredarê me yê ku teze hat vê dixwazin. Em li benda bihevrabûn û yekîtiyê ne."
- Diyarbekir hesreta xizmetan maye"
Haci Ahmet Sapmaz got ku Diyarbekirê van tiştên ku tên serî heq nake.
Sapmaz got, "5-6 ramezin rabûne dibêjin em nûnerê memleket in. Eleqeya van û nûnertiyê tune. Sergo nayên paqijkirin, binesaziya bajêr tune. Ji Diyarbekirê ra ecele xun lazim e." û axaftina xwe wiha domand:
"Diyarbekir 20 sal e hesreta ximetê ye. Meden şaredarî ji destê PKKê girtin em jî xizmetê dixwazin. Ev 20 sal e Diyarbekirê xêncî neteweperestiyê tiştek nedît. Xizmet tune. Hûn halê memleket dibînin. Hinek ma em welatê xwe terk bikin. Li welêt xizmet tune. Em li benda xizmeta wekhev in. Diyarbekir paytextê Başûrê Rojhilatê ye."