29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Kazana navçeya Enqereyê ku di dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 9 welatî lê şehît ketin, li ber avahiya şaredariyê xitabî gel kir.
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da bal kişand ser helwesta welatiyan a li dijî hewla derbeyê û wiha dewam kir: "Hûn bûn yek û wekî kulmekê li ber derbekaran sekinîn. Ez niha ji vir, li Qada Kazanê bangî her kesî dikim û eşkere dibêjim. Wê Baregeha Akinciyê ku bûbû hêlîna bêbextan, were girtin û ji bo xetireya şehîtan wek bîrdarî li pê bimîne."
Yildirim destnîşan kir ku wê tu kes nikaribe welat û gel perçe bike û wiha xeberda: "Divê hûn vê baş bizanibin ku wê qeweta tu kesî negihêjê ku vî welat û vî gelî parçe bike. Em ê serterorîstê li Amerîkayê ku berpirsiyarê vê derbeyê ye bînin Tirkiyeyê."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku em ê hesab ji derbekaran bipirsin: "Emê hesab ji wan kesên ku berê van tank, bombe, helîkopter û guleyên bi pereyê vî miletê hanê, ji nanê xwe, ji ava xwe, ji keda xwe kêm kirin û pê hatin stendin, avêtin ser we bipirsin û ji dev û pozên wan ra bînin."
Yildirim diyar kir ku di 15ê tîrmehê da şerê rizgariyê hat dayîn û wiha got: "15ê Tîrmehê navê şerê rizgariya 2yan a Tirkiyeyê ye. Em ê her sal 15ê Tîrmehê wek "Roja Şehîdên Demokrasiyê" bi bîr bînin. Hûn wê rojê derketin kûçe û kolanan, 15 roj e li kûçe, kolan û meydanan in. Li Tirkiyeyê xweyî derdikevin, li Kazanê xweyî derdikevin."
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe da wiha got: "Li Enqere û Stenbolê hemû qişleyên ku tanq jê hatin derxistin, helîkoptêr jê rabûn emê bigirin. Ew kesên ku tanq ji ser milet ra diajotin wê êdî tanqan nebînin. Ew der wê ji bo gelê Enqereyê bibin mekanên xweş ên wextderbas kirinê. Di nav Enqere û Stenbolê da karê tanqan çi ye. Dijmin li Enqere û Stenbolê nîne cihê ku dijmin lê ye eşkere ye."
Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Akincilara navenda hewldana derbeya bêbext, em ê wir bigirin. Ji baregehên hewayê Akinci wê were girtin, ji bo yên din min tiştek negotiye, em vê sererast bikin. Lê em ê ciyên di nav bajêr da ku lê tank û wesaîtên bizirx hene bigirin, derxin derveyî bajaran."