Haydar Şahin
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Bariş Atay Mengulluyê lîstikvan hat binçavkirin.
Mengullu di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da ji ber hin nivîsên xwe yên li ser Twitterê hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Bariş Atay Mengullu li mala xwe ya li Suadiyeyê bi hinceta "tehrîkkirina gel" hat binçavkirin, karûbarên wî yên li ewlekariyê hê dewam dikin.