Türkan Tosun
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona li hember MLKPya rêxistina terorê 7 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê li dijî şikbarên ji MLKPya rêxistina terorê operasyonên hevdem kir.
Di operasyonan de 7 kes hatin binçavkirin, gelek alavên dijîtal û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Şikbarên ku kontrola wan a tenduristiyê temam bû li ewlehiyê îfade didin.