Nihat Kavşut
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2018
ANKARA
Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê der heqê biryara ji bona Brunson hat dayîn da wiha got: "Li Tirkiyeyê dema bûyerên wiha çêdibin mixabin hin derdorên mixalefetê Komara Tirkiyeyê naparêzin û demildest di sefên derva da cî digirin."
Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê bo biryara der heqê Brunson da wiha got: "Niha pêvajoya darazê temam bû û pêvajoyên din wê dewam bikin. Bingeha sereke ya rexneyan çi ye? 'Midaxele heye û piştî midaxeleyê hatiye berdan.' Ev jî nîşan dide ku pêvajo baş nehatiye şopandin."
Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê bo biryara Brunson wiha got: "Her çiqas pêkutî, gef û gotinên di hedê xwe da nînin hatin kirin jî di serî Serokomarê me tu meqamên Komara Tirkiyeyê guh nedan tiştên bi vî rengî."
Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê der barê bûyera Cemal Kaşikçi da wiha got: "Ev meseleyeke wehîm e. Îdiayên supekulatîf hene ku rojnamevanekî muhim hatiye kuştin. Qala hin kesan tê kirin û ev hemû îdia wê bi baldarî bên lêkolînkirin. Ev bûyer nayê efûkirin û veşartin."
Çelikê Berdevkê AK Partiyê der barê bûyera Cemal Kaşikçi da wiha got: "Heger hin kes tevlî vê bûyerê bûbûn wê helbet encamên wê yên giran hebin."
Çelikê Berdevkê AK Partiyê ji bo bûyera Cemal Kaşikçi wiha got: "Tê dîtin ku ev şexs dikeve derekê û dernakeve. Divê ev bê eşkerekirin. Bêyî ku guh bidin spekulasyonan ji bona bûyer eşkere bibe xebat bi baldarî dewam dikin."
Çelikê Berdevkê AK Partiyê ji bona Îtifaqa Cumhur wiha got: "Mijara Îtifaqa Cumhur ku wê di hilbijartina herêmî da çawa bike û bi çi awayî bimeşe niha di pêvajoya xwe da dewam dike. Niha qut nebûye û tu pirsgirêk tuneye."