Berdevkê AK Partiyê û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Beşîr Atalay der heqê bûyerên di 6 û 7ê cotmehê li ser bangewaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kiribûn de got: "Bûyerên ku di 6 û 7ê cotmehê de qewimîn zirareke mezin da wan. Derbeya herî mezin jî HDPyê xwar. Niha ji bo ku zirarên gihîştiye wan telafî bikin dixebitin. Ew bangewaziya wan a duh jî wek stratejî û telafîkirina zirarên berê bû. Mirov dikare bi wî awayî binirxîne."
Atalay li Afyonkarahîsarê otêla ku Civîna Nirxandin û Îstişareyê ya 23emîn a AK Partiyê hat kirin de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Atalay diyar kir ku li Afyonkarahîsarê li ser mijarên derve û hundir diqevimin sekinîn û civîna pêvajoya çareseriyê herî zêde bal kişand û parlamenteran eleqeyek mezin nîşanî civînê dan. Atalay wiha axivî:
"Vê beşê (Civîna pêvajoya çareseriyê) 5 saet dewam kir. Ewil 300 kes beşdar bûn û pişt re bi 150 kesan ve dewam kir. 26 kesan destûra axaftinê xwest. Guhdarkirin û beşdarbûn pir baş bû. Bi baldarî not dihatin nivîsandin. Bi ya min pir baş bû. 4 wezîrên me, Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç û Yalçin Akdogan der barê pêvajoya çareseriyê de agahî dan beşdarvanan. Pêşkeşiyan her yekî 10 deqîqe dewam kir. Me xwest ku axafvanan re dem bimîne."
Atalay pirsên rojnamevanan jî bersivand. Atalalay li ser pirsa "Em di pevajoya çareseriyê de di demeke girîng de ne. Gelo devjêberdan heye lewra ev demeke bi Îmraliyê re hevdîtin nayên kirin" wiha axivî:
"Pêvajoya çareseriyê di qada xwe de dimeşe. Ev gotinên ku hûn dibêjin ne wek gotina we ye. Pêvajoya çareseriyê bi hevdîtinan, diyalogan di qada xwe de dimeşe. Lê heke herêmê di ewlehiyê de kêmasiyek hebe ew ê jî bi lez bê çareserkirin, ji xwe tê çareserkirin jî. Di vê mijarê de heke valahiyeke qanûnî ya ku wek zaafê hebe ew jî dê bên tijekirin. Waye pêşnûmayên nû, pêşniyazên nû hinek li meclisê ne û hinek jî dê nêz de wek pêşnûma bên derxistin. Bi taybetî jî di ewlehiya navxweyî de, ya ku cendirmeyan û yên din jî di xwe de bihewîne xebateke fireh tê kirin."
Atalay behsa çalakiyên Kobaniyê jî kir û wiha axivî: "Bûyerên ku di 6 û 7ê cotmehê de qewimîn zirareke mezin da wan. Derbeya herî mezin jî HDPyê xwar. Niha ji bo ku zirarên gihîştiye wan telafî bikin dixebitin. Ew bangewaziya wan a duh jî wek stratejî û telafîkirina zirarên berê bû. Mirov dikare bi wî awayî şîrove bike. Serokê Giştî yê HDPyê û partiya HDpyê ji hêla nêrîna sîvîl ve, ji hêla nêrîna azadiyê ve derbeyeke mezin xwar û ew nikarin vê zirarê telefî bikin. Yên ku banga tundiyê dikin, dixwazin bi vî awayî siyasetê bikin tu carî nikarin li Tirkiyeyê bigîhîjin armancekî. Bi rastî jî bi vî awayî pir zirar dîtin."